Cotmeh 06, 2020 09:10 Asia/Tehran
  • Serokomarê Rûsiyê û serokwezîrê Ermenistanê bi riya telefonê axivîn

Li gorî rapora IRIB Newsê ji zarê Al-Alamê, Qesra Krêmlînê bi daxuyaniyekê ragihand: Vladîmîr Pûtîn, serokomarê Rûsiyê bi Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê ra bi riya telefonê û derbarê alûgorên herî nû yên navçeya kêşeliser a Qerebaxê ku di çend rojên bihurî da bûye qada opearsiyonên leşkerî, axivî.

Di dewama daxuyaniya Krêmlînê da hatiye: Ev gotûbêj li ser pêşniyara aliyê ermenî pêk hatiye û têda pevçûna çekdarî ya ber bi berfirehbûnê li navçeya Qerebaxê ku gelek ziyan jibo Ermenistan û Komara Azerbaycanê hebûye û bûye sebeba mirina hejmareke welatiyên sivîl, hat hilkolandin.

Her wiha Pûtîn di vê gotûbêja telefonî da li ser pêwîstiya bidawîhatina "Kiryaarên Dijminane" li Qerebaxê pêgirî kir.

 

Serepeyv