Ermenistan îdîayên Azerbaycanê yên kontrolkirina bajarê Cibraîl derewand
Cotmeh 05, 2020 08:58 Asia/Tehran
Ermenistanê îdîyên Azerbaycanê ku bajarê Cibraîl û hejmarek gundên derdora wê bi dest xistine derewad.
Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev li ser hesabê xwe yên twîtterê got: "Artêşa Azerbaycanê îro kantona bajarê Cibraîl û gelek gundên wê ji dagirkeran rizgar kir. Serkeftin ji artêşa Azerbaycanê re! Qerebax beşek ji Azerbaycanê ye!"
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Ermenistanê, Shushan Stepanyan, li ser rûpela xwe ya "Facebookê" nûçeyên derbarê kontrola bajarê Cibraîl de ji hêla Azerbaycanê ve derewand.
Wezareta Parastinê ya komara Qerebaxê jî nûçeya kontrokirina hêzên Azerbaycanê gundê Madagîz a herêma Tetarê derewand.