Cotmeh 04, 2020 22:06 Asia/Tehran
  • Ermenistan: Tirkiye ji bo dewama komkujiya ermeniyan vegeriyaye navçeyê

Serokwezîrê Ermenistanê ragihand ku destwerdana Enqerê di pevçûna Qerebaxê da nîşana hewilda Tirkiyê jibo dewama qirrkirina ermeniyan e.

Li gorî rapora ISNAyê, Nîkol Paşîniyan, Serokwezîrê Ermenistanê di hevpeyivîna digel rojnameya almanî ya Bild'ê got ku destwerdana Enqerê di pevçûna Qerebaxê da nîşana hewilda Tirkiyê jibo dewama qirrkirina ermeniyan e.

Serokwezîrê Ermenistanê got: Heke Ewropa nirxandineke nedurust ji girîngiya jeopolîtîk a Qerebaxê pêk bîne, divê "li benda Tirkiyê li Viyenê" be.

Li gorî gotina Paşîniyan, Enqere jibo şerê dijî komara xwebinavkirî ya Qerebaxê û Ermenistanê, têrorîstan jibo Sûriyê werdigire û wan vediguhezîne û destê  artêşa Tirkiyê jî rasterast di pevçûnê da heye.

Serokwezîrê Ermenistanê got: Ez bawer im Tirkiye piştî 100 salan jibo dewama qirrkirina eermeniyan vegeriyaye Qefqaza Başûr.

 

Serepeyv