Rûsiye: Em amade ne parêzvanên aştiyê bişînin Qerebaxê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320109-rûsiye_em_amade_ne_parêzvanên_aştiyê_bişînin_qerebaxê
Berdevkê Krêmlînê qala amadetiya Rûsiyê jibo şandina parêzvanên Aştiyê bo Qerebaxê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 04, 2020 09:21 Asia/Tehran
  • Rûsiye: Em amade ne parêzvanên aştiyê bişînin Qerebaxê

Berdevkê Krêmlînê qala amadetiya Rûsiyê jibo şandina parêzvanên Aştiyê bo Qerebaxê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Dmîtrî Piskov (Dmitry Peskov) Berdevkê Krêmlînê got: Moskova dikare hêzên xwe yên parêzvanên aştiyê bi mercê ku Komara Azerbaycanê û Eremnistanê vê yekê bipejirînin, bişîne navçeya kêşeliser a Qerebaxê.

Piskovî got: Hêzên parêzvanên aştiyê yên Rûsiyê tenê bi razîbûna du aliyên pevçûnê dikarin herin wê derê.

Heta niha ne Ermenistanê û ne jî Komara Azerbaycanê bertekek nîşanî vê yekê nedane.