Cotmeh 02, 2020 17:35 Asia/Tehran
  • Rûsiyê derbarê destwerdana aliyên sêyem di pevçûnên Qerebaxê da hişyarî da

Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê derbarê destwerdana li pevçûnên navçeya Qerebaxê û gurrkirina kêşeyan li vê navçeyê hişyarî da.

Li gorî rapora Fars Newsê, Mariya Zaxarova (Maria Zakharova), Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê roja Pêncşemiyê derbarê pevçûnên vê dawiyê navbera Bakû û Yêrîvanê li Qerebaxê ragihand ku Rûsiye her cûre helwêst û kiryarê ji aliyê sêyem ku bibe sebeba zêdebûna kêşe û nearamiyan li başûrê Qefqazê, nekêrhatî û ne berpirsiyarane dizane ku renge dûhatên pêşbînînekirî bi xwe ra bîne.

Zaxarovayê destnîşan kir ku tu dewsgirek jibo rêkara aştiyane jibo bidawîanîna pevçûnan li Qerebaxê tuneye.

Vasîlî Nêbênziya, Nûnerê Rûsiyê li NY jî roja Pêncşemiyê di konferanseke çapemeniyê da bi boneya destpêbûna dewreya serokatiya vî welatî li Konseya Ewlehiyê di Cotmehê da tevî diyarkirina nîgeraniya xwe ji rewşa navçeya Qerebaxê ragihand ku Rûsiye daxwaza aştî û ewlehiyê navebra Komara Azerbaycanê û Ermenistanê dike, lê rayedarên du welatan hîn jibo gotûbêjan amade nînin.

Wî her wiha hin îdia derbarê piştevaniya Rûsiye û Tirkiyê ji aliyê şêrr li Qerebaxê red kirin.

Pevçûnên sînorî navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê di Tîrmeha bihurî da jî bû sebeba birîndarbûn û candana bi dehan kesî û du welatan tawana destpêkirina van pevçûnan li hev bar kirin.

Komara Azerbaycanê û Ermenistan li ser navçeya Qerebaxê bi hev ra nakok in.

Nîqaş û nakokiya navbera van du welatan li ser navçeya Qerebaxê sala 1988an destpê bû û sala 1991ê dawî veguherî pevçûna leşkerî. Di vê navberê da destwerdana hin welatên din jî bûye sebeb agirê vê nakokiyê gurrtir bibe.

Heta niha NY û gelek ji welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê daxwaza rawestandina pevçûnan û destpêkirina gotûbêjan navbera Bakû û Yêrîvanê kirine.

 

Serepeyv