Wezaretê Parastinê ya Ermenistanê: Li herêma Qerebaxê şer berdewam e
Cotmeh 01, 2020 14:05 Asia/Tehran
Îro Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand ku şer li herêma Qerebax(Artsax) berdewam e û hêzên parastina Qerebaxê hewldanên pêşketina hêzên Azerbeycanê têk birin.
Berdevka Wezareta Parastinê ya Ermenistanê Shushan Stepanyan li ser hesabê xwe yê Facebookê eşkere kir ku rewş li ser tevahiya eniyên şer di navbera Qerebax û Komara Ezerbeycanê de nakok e û rewşa tektîkî û pratîk nehatiye guhertin.
Shushan Stepanyan piştrast kir ku li hin herêman hîn jî topbaran berdewam e û hêzên girêdayî Qerebaxê hewldanên pêşveçûnê yên hêzên Komara Azerbeycanê têk birin.
Ji Yekşema derbasbûyî ve li herêma Qerebaxê di navbera Ermenistanê û Komara Azerbeycanê de şer berdewam e. Di encamê de bi sedan kes bûn qurban, di nav wan de sivîl jî hene.