Îlon 29, 2020 11:46 Asia/Tehran
  • Li Qerebaxê şer dewam dike

Li Qerebaxê, şerê ku piştî operasyona Komara Azerbaycanê ya bi piştgiriya Tirkiyê dest pê kir, dewam dike. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê nava rojê di vê barê de bicive.

Komara Qerebaxê ku bi piştgiriya Ermenistan pêk hatiye û ev welat jê  piştgiriyê dike, roja Yekşemê bû hedefa êrişa artêşa Azerbaycanê.

Ji sala 2016'an û vir ve şerê herî giran diqewime. Li gorî daxuyaniyên fermî ji her du aliyan bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Şer di şeva Duşem-Sêşemê de jî dewam kir. Wezareta Parastinê ya Ermenistanê diyar kir, "Hêzên Ermen li eniya şer bersiv da gelek êrişên Komara Azerbaycanê û eva bû sedem ku Komara Azerbaycanê windahiyên mezin bide."

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Ermenistanê Arstrûn Hovhanîsyan li ser malpera xwe ya Facebookê daxuyaniyek da û diyar kir ku Komara Azerbaycanê topbaraneke giran li çeperên Ermen kiriye û xwe ji bo êrişeke nû amade dike.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê jî diyar kir ku bi şev şerekî dijwar qewimî. Vê wezaretê ragihand, sibeha Sêşemê hêzên Azerî li hemberî bajarê Fîzûlî dest bi operasyonekê kirine.

Di şer de herî kêm 95 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku 11 ji wan sivîl in. Lê tê gotin ku bîlançoya rastî girantir e. Her du alî diyar dikin ku di şer de bi sedan leşker hatine kuştin.

Dewleta Tirkiyê yekser piştgiriyê dide Komara Azerbaycanê. Rayedarên Qerebaxê dibêjin, yên li dijî wan şer dikin balafir, helîkopter û leşkerên bi pere (kirêgirtî) yên Tirkiyê ne.

Neteweyên Yekbûyî, Rûsya, Fransa û Amerîkayê jî di nav de hêzên navneteweyî bang kirin ku tavilê agirbest bê ragihandin.

Tê payin ku Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê anku îro bi rengekî lezgîn bicive û civîn li çapemeniyê girtî be.

Tê gotin, şerekî navbera Erîvan û Bakuyê, bi taybetî şerekî ku Tirkiye û Rûsya tevlî bûye wê Başûrê Qafqazyayê tevlîhev bike.

Serepeyv