Îlon 28, 2020 08:19 Asia/Tehran
  • SOHR: Koma yekemîn a çeteyên Sûrî gihîşt Komara Azerbaycanê

SOHR'ê ragihand ku "beşa yekemîn a çeteyên Sûrî gihaşt Komara Azerbaycanê û Tirkiye komek din jî amade dike."ROJANE 27 Rezber 2020, Yekşem - 19:53 2020-09-27T19:53:00 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku beşeke çeteyên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê gihaşt Komara Azerbaycanê.

SOHR'ê, destnîşan kir ku ev beş beriya çend rojan ji herêma Efrînê ya dagirkirî derbasî Tirkiyê bibû, ku Tirkiyê ew şand Komara Azerbaycanê. SOHR'ê her wiha diyar kir ku Tirkiyê komeke din amade dike ku bişîne Azerbaycanê.

SOHR, di nuçeyeke xwe de ku beriya 3 rojan parve kiribû ragihand ku Tirkiyê zêdeyî 300 çeteyên Sûrî ku piraniya wan ji çeteyên (Sultan Murad û Emşat) in ji Efrînê veguhestin û ji wan re got ku ew ê biçin SOHR'ê de ku li beramberî hezar û 500 heta 2 hezar dolarê Amerîkî sînorê wê biparêze.

Dewleta Tirkiyê yekser ket xeta aloziya di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê de û piştgiriya xwe bi Komara Azerbaycanê re nîşan da.

 

 

 

Serepeyv