Ermenistan: 2 helîkopterên Azerbaycanê hatin xistin
Li ser sînorê di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê de careke din di navbera herdu welatan de şer û aloziyan destpê kir. Serokomarê K. Azerbeycanê dibêje ji ber êrîşa Ermenistanê birîndar û qurbaniyên wan hene. Serokewezîrê Ermenistanê jî ragihand ku artêşa Azarbêcanê dest bi êrîşekê kiriye, lê artêşa wan bi awayekî serkeftî rewş kontrol kir.
Êrişên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de berdewam in. Wezareta Berevaniya Ermenistanê ragihand ku li Daglik Qerebaxê 2 helîkopter û 3 firokeyên bê firokevan ên Azerbaycanê xistine û ji şer Azerbeycan wekeberpirsyar dibîne
Serokewezîrê Ermenistanê Nikol Paşinya ragihand ku artêşa Azarbêcanê ji aliyê Qerebaxê ve dest bi êrîşekê kiriye, lê artêşa wan bi awayekî serkeftî rewş kontrol kiriye.
Nîkol Paşînyan, ji ber şer seferberiya giştî û rêveberiya awarte îlan kir.
Paşînyan, ragihand ku ji ber zêdebûna aloziyan tansiyona di navbera wan û Azerbeycanê de, seferberiya giştî û rêveberiya awarte îlan kir û bang li welatiyên xwe kir ku di çarçoveya seferberiyê biçe serî li şaxên leşkeriyê bidin.
JI aliyê din ve Wezareta Berevaniya Azerbeycanê jî ragihandiye ku Ermenistanê baregehên artêşa Azerbeycanê û bajarokên nêzîkî eniya şer topbaran kirine û kuştî û birîndarên sivîl hene.
Wezaretê xistina helîkopterê ya welatê xwe jî piştrast kir, lê kesên tê de bûn tişt bi wan nehatiye
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev jî derbarê mijarê de daxuyanî da û ragihand ku ji ber êrîşa Ermenistanê kuştî û birîndarên wan hene.
Îlham Aliyev got: “Xwîna şehîdên me dê li erdê nemîne. Me wesayîtê leşkerî yên artêşa Ermenistanê îmhe kirin. Ermenistan bi awayek dereqanûnî dixwaze ku li ser wê axa me ya dagir kiriye bi cih bibe.”
Herwiha wezareta Azerbaycanê tekez kiriye ku rast e helîkopterek a girêdayî hêzên hewayî yê Azerbeycanê li Qerebaxê ketiye, lê kesên tê de bûn tişt bi wan nehatiye.