Li Efganistanê şerê li gel danûstandinan: Nêzî 70 kes mirin
Ji bo dawî li şerê navxweyî yê li Efganistanê bê anîn, li Qatarê danûstandin dewam dikin. Tevî vê yekê şer jî dewam dike. Di şerê şeva Çarşemê de herî kêm 65 endamên Koma Talibanê hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya polîsên wîlayeta Paktîkayê ya li başûrê rojhilatê Efganistanê, di şerê li navçeya Wazî Khwayê de bi dehan endamên Talîbanê hatin kuştin. Berdevkê polîsan Şah Muhemed Arîan diyar kir ku hêzên ser bi hikumeta Efganistanê di şer de 65 endamên Talîbanê kuştine û 35 jî birîndar kirine.
Li gorî berdevk, di şerê êvara Çarşemê de 3 polîs mirin, 6 jî birîndar bûn. Berdevk diyar kir ku şer piştî êrişa Talîbanê ya li ser hêzên ewlekariyê qewimiye.
Li Efganistanê ku Amerîka plan dike bi temamî jê vekişe, ji bo dawî li şerê 19 salî bê anîn, ji 12'ê Îlonê ve hikumeta Efganistanê û Talîban li Qatarê gotûbêjê dike.
Lê belê şer rojên dawî careke din giran bû. Roja Duşemê li wîlayeta Orûzganê di êrişeke Talîbanê de herî kêm 28 polîs û milîşên alîgirê hikumetê jiyana xwe ji dest dabûn.