Waşîngton: Îran, Rûsiye û Çîn gefek li dijî Hilbijartina Serokomartiyê ya Amerîkayê ne
Berpirsê Wezareta Ewlehiya Hundirîn a Amerîkayê di axaftinekê da îdia kir ku Îran, Rûsiye û Çîn gefek li dijî Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê ne.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Çad Wolf (Chad Wolf), Berpirsê Wezareta Ewlehiya Hundirîn a Amerîkayê roja Çarşemiyê di axaftinekê di Komîteya Bihîstina Kongreyê da derbarê hilbijartina serokomartiyê ya pêşerojê li vî welatî îdia kir ku Rûsiye, Çîn û Îran gefek li dijî hilbijartina serokomartiyê li Amerîkayê ne.
Beriya vê yekê jî bi caran rayedarên din ên ewlehiyê yên Amerîkayê wekî Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokomarê vî welatî gotinên bi vî rengî anîne ziman û îdia kirine ku Îran, Rûsiye û Çîn li dû bandorkirina nerênî li ser hilbijartina Amerîkayê ne.
Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê dê Mijdara 2020î were lidarxistin.
Belavbûna vîrûsa Koronayê lidarxistina hilbijartinê tûşî hin pirsgirêkan kiriye.