Danûstandinên aşitiyê di navbera Efganistan û Talîban de
Hikumeta Efganistanê û koma Talîban îro li paytexta Qeterê Duha bi amadebûna hêzên navnetewî û herêmî, destpê kir.
Berpirsiyar, dîplomat û şirovekaran diyar kirin ku tevî ev kombûna li ser maseya danûstandinan di navbera her du aliyan de bi tena xwe serkeftinek e, lê ev nayê wê wateyê ku rêya aşitiyê wê hêsan be.
Gelek perpirs û diplomatên cîhanê bi rêya vîdyo-konferandê beşdarî rûniştina vekirinê bûn. Di nava wan de Sekertêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Sekertêrê Giştî yê NATO`yê û wezîrên karên derve yên Çîn, Hindistan, Tirkiye û Pakistanê û berpirsyarê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê jî hebûn.
Serokê Komîteya Lihevanînê yê Efganistanê Ebdulah Ebdulah diyar kir ku gelê Efganistanê hêvî dike ku ev danûstandinên aştiyê serkeftî bin û destnîşan kir ku ew ê vê rojê weke dawiya êşên gel bi bîr bînin û spasiya Tevgera Talîban kir.