Îlon 10, 2020 11:37 Asia/Tehran
  •  Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1201, li Brezîlyayê 1075, li Meksîkayê jî 611 kes mirin

Ji ber Vîrûsa Koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da li Hindistanê 1201, li Brezîlyayê 1075, li Meksîkayê jî 611 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 1201 kesan va hejmara miriyan derket 75 hezar û 91ê.

Li vî welatî hejmara pêketiyan derkete 4 milyon û 465 hezar û 863an.

Li vî welatî het niha 3 milyon 471 hezar û 783 kes ji vîrûsê filitîn û baş bûn.

Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike Hindistan li dinyayê welatê sêyemîn e ku lê herî zêde waqie hene.

- Brezîlya

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di rojekê da ji ber Kovîd-19ê 1075 kes mirin û hejmara miriyan derket 128 hezar û 539an.

Li gor daneyan 35 hezar û 816 nexweşên din hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 4 milyon û 197 hezar û 889an.

Li gor agahiyan hejmara kesên baş bûne jî gihîşt 3 milyon û 453 hezar û 336an.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda şewbê.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 611 kesan va hejmara miriyan derket 69 hezar û 95an.

Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 5 hezar û 647 kes zêde bû û derkete 647 hezar û 507 kesî.

Li vî welatî heta niha 454 hezar û 982 kesên bi nexweşiyê ketibûn jî baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku di rojekê da ji ber Kovîd-19ê mirin cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li vî welatî waqieya ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin û di 19ê adarê da kesek ji ber vîrûsê miribû.

Serepeyv