Tebax 25, 2020 02:29 Asia/Tehran
  • 24ê Tebaxê; Li Afrîqayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji milyonek û 190 hezarî derbas bû

Li parzemîna Afrîqayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya Vîrûsa Koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 192 hezar û 414an.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 9 hezar û 52 zêde bû û derket milyonek û 192 hezar û 414an.

Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 182 zêde bû û derket 27 hezar û 831an.

Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîqaya Başûr mirin û hejmara wê jî 13 hezar û 59 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 262 mirinan va Misir û bi 1435 mirinan va jî Cezayîr tên.

Li Afrîqaya Başûr hejmara pêketiyan bû 609 hezar û 773, li Misrê bû 97 hezar û 340 û li Nîjeryayê jî bû 52 hezar û 227.

Li Afrîqayê 909 hezar û 724 pêketiyên şewbê jî baş bûn.

 

Serepeyv