"Microsoft Translator" jî kurdî xist nav bernameya xwe ya wergerê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i318920-microsoft_translator_jî_kurdî_xist_nav_bernameya_xwe_ya_wergerê
Salên borî motora lêgerînê "Google" wergera kurdî xistibû nava zimanên ku werdigerîne, niha Microsoftê jî heman gav avêt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 23, 2020 21:09 Asia/Tehran

Salên borî motora lêgerînê "Google" wergera kurdî xistibû nava zimanên ku werdigerîne, niha Microsoftê jî heman gav avêt.

Li gorî rapora malpera Diyarnameyê, Li ser vê yekê kompaniya Microsoftê daxuyaniyeke weşand û got; "Microsof Translator îro du zaravayên kurdî yên "Kurdiya Bakur" û "Navendî" dixe nava bernameya xwe. Kurdiya Bakur û Navendî ji niha û wê de dê bernameya "Microsoft Translator" de, "Office" û "Translator fo Bing" de bê pêşkêş kirin."

Microsof di bernameya xwe de xebata wergera li dor 70 zimanan dike û ji bo agahiya ya bi kurdî jî daxuyaniyek bi wêneyê "Keleha Hewlêrê" pêşkêş kir.

Têbiniya Diyarnameyê: Ji bo "Kurdiya Bakur" qesta wan "kurmancî" û bi tîpên bi latînî, ji bo "Kurdiya Navendî" jî qesta wan "soranî" û bi tîpên erebî ye.