Tebax 24, 2020 01:39 Asia/Tehran

Salên borî motora lêgerînê "Google" wergera kurdî xistibû nava zimanên ku werdigerîne, niha Microsoftê jî heman gav avêt.

Li gorî rapora malpera Diyarnameyê, Li ser vê yekê kompaniya Microsoftê daxuyaniyeke weşand û got; "Microsof Translator îro du zaravayên kurdî yên "Kurdiya Bakur" û "Navendî" dixe nava bernameya xwe. Kurdiya Bakur û Navendî ji niha û wê de dê bernameya "Microsoft Translator" de, "Office" û "Translator fo Bing" de bê pêşkêş kirin."

Microsof di bernameya xwe de xebata wergera li dor 70 zimanan dike û ji bo agahiya ya bi kurdî jî daxuyaniyek bi wêneyê "Keleha Hewlêrê" pêşkêş kir.

Têbiniya Diyarnameyê: Ji bo "Kurdiya Bakur" qesta wan "kurmancî" û bi tîpên bi latînî, ji bo "Kurdiya Navendî" jî qesta wan "soranî" û bi tîpên erebî ye.

 

 

Serepeyv