Tebax 16, 2020 18:33 Asia/Tehran
  • Li cîhanê hejmara kesên bi Kovîd-19'ê ketin ji 21 milyon û 617 hezarî derbas bû

Li çar aliyê dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 21 milyon û 617 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19'ê berhev dike, li dinyayê heta niha 769 hezar û 6 kes ji ber vîrûsê mirin.

Hejmara pêketiyan derket 21 milyon û 617 hezar û 987 kesî, 14 milyon û 334 hezar û 222 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.

Li dinyayê 6 milyon û 514 hezar û 759 kes hêj nexweş in û tedawiya wan dewam dike.

Ji ber Kovîd-19'ê di nav welatên herî zêde nexweş û mirî lê hatin dîtin da Amerîka di rêza ewil da ye. Li Amerîkayê heta niha bi 5 milyon û 529 hezar û 789 kesan ra şewba Kovîd-19'ê hat tespîtkirin û ji ber vîrusê jî 172 hezar û 606 kes mirin.

- Welatên hejmara waqieyan ji 100 hezarî zêdetir e

Tevlî Amerîkayê welatên herî zêde lê nexweş hene û hejmara pêketiyan ji 100 hezarî zêdetir e wiha ye:

"Brezîlya (3 milyon û 317 hezar û 832), Hindîstan (2 milyon û 590 hezar û 501), Rûsya (917 hezar û 884), Afrîqaya Başûr (583 hezar û 653), Perû (525 hezar û 803), Meksîka (517 hezar û 714), Kolombiya (456 hezar û 689), Şîlî (383 hezar û 902), Spanya (358 hezar û 843), Îran (341 hezar û 70), Îngiltere (317 hezar û 379), Erebîstana Siûdî (297 hezar û 315), Arjantîn (289 hezar û 100), Pakistan (288 hezar û 717), Bangladeş (274 hezar û 525), Îtalya (253 hezar û 438), Tirkiye (248 hezar û 117), Almanya (224 hezar û 478), Fransa (215 hezar û 521), Iraq (172 hezar û 583), Filîpîn (157 hezar û 918), Endonezya (137 v 468), Kanada (121 hezar û 889), Qatar (114 hezar û 809), Qazakistan (102 hezar û 696) û Ekvador (100 hezar û 688).”

Tevlî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ji 5 hezarî zêdetir in wiha ye:

"Brezîlya (107 hezar û 297), Meksîka (56 hezar û 543), Hindîstan (50 hezar û 99), Îngiltere (41 hezar û 361), Îtalya (35 hezar û 392), Fransa (30 hezar û 409), Spanya (28 hezar û 617), Peru (26 hezar û 75), Îran (19 hezar û 492), Rûsya (15 hezar û 617), Kolombiya (14 hezar û 810), Afrîqaya Başûr (11 hezar û 677), Şîlî (10 hezar û 395), Belçîka (9 hezar û 935), Almanya (9 hezar û 290), Kanada (9 hezar û 24), Hollanda (6 hezar û 169), Pakîstan (6 hezar û 168), Ekvador (6 hezar û 71), Endonezya (6 hezar û 65), Tirkiye (5 hezar û 955), Iraq (5 hezar û 785), Swêd (5 hezar û 783), Arjantîn (5 hezar û 637) û Misir (5 hezar û 141)."

Serepeyv