Awistralya - Hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19'ê mirin nêzî 400 bû
Li Awistralyayê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 16 kesên din jî mirin û jimara miriyan derket 395an.
Ji ber ku şewba Kovîd-19'ê bela bû, di 3yê tebaxê da li eyaleta Victoriayê "rewşa felaketê" hat îlankirin, li Melourneya paytexta eyaletê jî di navbera saetên 20.00-05.00î da derketina derva hat qedexekirin. Li eyaletê Victoriayê û paytext Melbourneyê jimara mirî û pêketiyan dewam dike.
Li Mebourneyê di 24 saetên dawîn da 279 pêketiyên din jî hatin tesbîtkirin, 16 kes mirin û jimara miriyan derket 395an.
Li Awistralyayê ji destpêka tesbîtkirina vîrusê heta niha 5 milyon û 185 hezarî zêdetir test hatin kirin û li gor encamên van testan 23 hezar û 287 kesên ku nexweş ketin jê 13 hezar û 345 kes qenc bûn. Hê 8 hezar û 925 pêketiyên ku hê qenc nebûne, hene. Ji van 47 kes di beşa nexweşên giran da ne, bi tevahî 680 kes jî di nexweşxaneyan da tedawî dibin.
Li Zelandaya Nû di 24 saetên dawîn da 23 hezar û 680 kesan ra test hat kirin, di 13 kesan da Kovîd-19 hat tesbîtkirin.
Bi pêketiyên nû va jimara pêketiyan derket 66an.
Li Zelandaya Nû ji 1622 kesên ku di wan da vîrus hatibû tesbîtkirin, 1531 kes qenc bûn, 22 kes mirin.