Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Tirkiye endamên DAIŞ'ê dişîne Lîbyayê
Nûnerê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê, navên serçete û komên ku Tirkiyê şandine Lîbyayê kifş kirin. Ji van kesan Waliyê Reqayê yê di dema çeteyên DAIŞ`ê de herêm dagîr kiribûn, çend alîkarên wî, girîngtirîn kesên di nava lîsteya reş a Koalîsyona Navdewletî de û kesekî ku destê wî di şewitandina pîlotê urdinî Muaz El-Kesasîba de heye.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) ji zarê Hawar Newsê, Gerînendeyê Rêveberiya Perspektîfên Manewî yê artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê, Xalid El-Mehcûb, agahî dan nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Emanî Ezam û diyar kir ku "serokkomarê Tirkiyê Teyyîp Erdogan ji bo rêxistina têrorîst a DAIŞ`ê li rojavayê Lîbyayê bi cih bike plan danîne û kesên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ji Iraq û Sûriyê û rêxistina "Gurên Gewr" ku ev her rêxistin jî li gorî biryarên Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî di lîsteya terorê de ne, derbasî Lîbyayê dike."
Gerînendeyê Rêveberiya Perspektîfên Manewî yê artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê, El-Mehcub, destnîşan kir ku di demên dawîn de rêxistinên wekî serçeteyên DAIŞ`ê û rêxistina Gurên Gewr ji bo li Lîbyayê DAIŞ bi cih bikin gelek civîn li dar xistin û wiha got: "Waliyê Reqayê Fayîz El-Eqal ê di dema rêxistina DAIŞ`ê de herêm kontrol kiribû, birayên wî Xalid û Fadil, berpirsê çekdarkirina DAIŞ`ê li aliyê rojava anku aliyê bi navê wîlayeta Reqayê Mifnî El-Kehal jî beşdarî civînê bûn."
El-Mehcûb bal kişand ser vê yekê ku kesê bi navê Îsmaîl Îdo jî beşdarî civînê bû, ew jî serçeteyekî DAIŞ`ê û endamekî istixbarata Tirkiyeyê ye û ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve tê xwestin û di nava lîsteya terorê ya reş de ye.
El-Mehcûb piştrast kir ku serçeteyê DAIŞ`ê yê xeter Feysel Belo ku li herêma Girê Spî ya Sûriye bi navê "Emîrê Komê" dihat naskirin, Tirkiye ew bi komên tundrew re şandin Lîbyayê. 'Feysel Belo' di nava 4 kesên ku li pêşberî çavên cîhanê pîlotê Urdinî Muaz El-Kesasîba şewitandibû de bû.