Brian Hook îstîfa kir/Bê encamiya zêxtên herî zêde ser Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i318428-brian_hook_îstîfa_kir_bê_encamiya_zêxtên_herî_zêde_ser_Îranê
Brian Hook berpirsê Koma Avêtina Pêngavên dijî Îranê yê Amerîkayê îstîfa kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 07, 2020 18:38 Asia/Tehran
  • Brian Hook îstîfa kir/Bê encamiya zêxtên herî zêde ser Îranê

Brian Hook berpirsê Koma Avêtina Pêngavên dijî Îranê yê Amerîkayê îstîfa kir.

Rojnama New York Timesê ragihand: Brian Hook nûnerê taybet ê serokomarê Amerîkayê li karûbarên Îranê di rewşekê de îstîa kir ku di van hefteyên dawiyê mijûlî danûstandin û ,uzakireyê bi welatên navçê re bû da ku wan qayil bike piştgiriya bidin hewldanên Amerîkayê yên di warê dirêjkirina ambargoyên çek û sîlahan ên li dijî Îranê de li Konseya Ewlekariya Navneteweyî.

 Biryar e hefteya tê ji bo biryarnama pêşniyarkirî ya Amerîkayê di vî warî de dengwergirtin pêk were. Ji niha ve wer xuya dike ku ev hewldanên Amerîkayê jê re ti encameke xwe tinen.

Vê rojnama amerîkî herwiha nivîsiye ku serokomarê Amerîkayê Donald Trump wê  Elliott Abrams, nûnerê taybet ê wezareta derve ya Amerîkayê li karûbarên Venezuelayê dayne dewsa Brian Hook.