Tebax 07, 2020 12:27 Asia/Tehran
  • Nirxê petrolê bilind bû

Nirxê neftê li bazarên cîhanê bilind bû û di wan 5 mehên borî de cara yekem e ewqas bilind dibe.

Îro 07.08.2020ê nirxê her bermîlê nefta Brent 45 dolar û 1 sent e û bermîlek nefta xav a Amerîkî jî wek 41 dolar û 84 sent danûstandin li ser hate kirin.

Şarazayên warê neftê jî pêşbînî dikin ku li gel asayî bûna rewşa korona li beşekî welatan û berdewam rêkeftina navbera welatên OPEC û derveyî OPECê yên kêmkirina berhemanîna nefte, nirxê neftê bilind dike.

Herwaha sedemekî din ê bilindbûna nirxê neftê ji ber kêmbûna yedekên neftê di embarên Amerîkayê de ye.

Serepeyv