Tebax 04, 2020 12:30 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Ermenistanê bi boneya salvegera tevkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞ'ê va sersaxî da

Serokwezîrê Ermenistanê bi boneya salvegera tevkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞ'ê va sersaxî da.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Rojnameya "Azadî" ya Ermenistanê îro Sêşemiyê nivîsî ku Serokwezîrê Ermenistanê, Nîkol Paşîniyan (Nikol Pashinyan) bi boneya salvegera tevkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞ'ê va sersaxî da.

Duh, 3ê Tebaxa 2020î bû û û 6 sal bi ser êrîşa terorîstên DAIŞê anîn serê kurdên êzîdî, re derbas dibe.

Di wê êrîşa hovane da bi hezaran kurdên Êzidî hatin kuştin û bi hezaran jin û zarok jî hatin dîlgirtin.

 

Serepeyv