"Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê": "Çeteyên sûrî li Terablusê bi cilên polîsan in"
Gerînendeyê rêveberiya Tewcîh El-manewî ya fermandariya giştî ya hêzên nasyar bi "Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê" serbaz Xalid Mehcob ragihand ku beşa yekemîn ji çeteyên sûrî piştî perwerdekirinê ji hêla Wezareta Hundirîn a hikumeta Wîfaqê ve, bi cilên polîsan daket peytexatê Terablusê.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Piştî rapora komîteya cezayên navneteweyî ya der barê Lîbyayê de ku hatiye piştrastkirin dewleta Tirkiyê çeteyan vediguhêze welat, serbaz Xalid Mehcob, Gerînendeyê rêveberiya Tewcîh El-manewî ya fermandariya giştî ya hêzên nasyar bi "Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê", îro ji tora El-Erebiyê re diyar kir ku komek ji çeteyên sûrî li baregeha Tekbalî ya li paytexta Terablusê hat perwerdekirin û bi cilên polîsên lîbyayî daketin kolanan û dest bi erka xwe kirin.
Di dîmenan de hat eşkerekirin ku endamên çeteyên sûrî bi cilên polîsên lîbyayî perwerdeya xwe li baregeheke li başûrê paytexta Terablusê dibînin.