Tîrmeh 24, 2020 11:14 Asia/Tehran
  •  Stêrka sîstemeke tavê ya nû cara ewil bi teleskopê hat şopandin

Li Çola Atmeceyê Teleskoba Zehf Mezin a Mala Çavdêriyê ya Başûr a Ewropayê sitêrka dergûş û 2 gerestêrkên ji gazê tesbît kirin, hat ragihandin ku dûrahiya wan 300 salên roniyê ye.

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Çola Atmeceyê Teleskoba Zehf Mezin a Mala Çavdêriyê ya Başûr a Ewropayê sitêrka dergûş û 2 gerestêrkên ji xazê tesbît kirin, hat ragihandin ku dûrahiya wan 300 salên roniyê ye.

Hat destnîşankirin ku stêrka bi navê "TYC 8998-760-1" ya li Komstêrka Mêşê 17 milyon salî ye, xazên li dora gerestêrkê hatin tesbîtkirin jî ji mesafeya dinyayê ya bi Jupîter û Saturnê dûrtir e.

"Gera xwe ya li dora stêrkê di çend hezar salan da temam dike"

Hat gotin ku gerestêrk gera xwe ya li dora stêrkê di çend hezar salan da temam dike û kutleya wan ji ya gerestêrkên Sîstema Tavê girantir e.

- Versiyona ciwan a tavê ye

Alexander Bohnê ji Zanîngeha Leîdenê got ya ku komê kelecanî dike ew e ku vê wekî "versiyona zehf ciwan a tavê" dibînin.

Li bendê ne ku zanyarên fezayê bi vê tesbîtê va pêşketina Sîstema Tavê baştir fehm bikin.

Dîsa tê gotin ku bi teleskopekê va rasterast şopandina gerestêrkên din zehf zor e û kêm caran tê dîtin.

 

 

 

Serepeyv