Tîrmeh 22, 2020 11:09 Asia/Tehran
  •  Nesla hirçên cemserê dibe ku vê sedsalê biqele

Di lêkolînê da ew encam hat derxistin ku di senaryoya emîsyonên gazê yên bilind ku dibe sedema bandora serayê da heta sala 2100î, çend kom ne tê da, dibe ku nesla hemû hirçên cemserê biqele.

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Di lêkolîna ku encamên wê di kovara "Nature Climate Change" da hatin weşandin da nexşeya maweya wê îhtimalê hat derixstin ku ji ber guherîna avûhewayê, cemeda di deryayê da kêm dibe û ev yek jî dibe sedem ku hejmara hirçên cemserê kêm bibe, hetta bi rêjeyeke mezin nesla wan biqele.

 

Di lêkolînê da ew encam hat derxistin ku di senaryoya emîsyonên gazê yên bilind ku dibe sedema bandora serayê da heta sala 2100î, çend kom ne tê da, dibe ku nesla hemû hirçên cemserê biqele.

Hat destnîşankirin, di kêmkirina emîsyonê da heger hedefên maqûl pêk neyên, gelek komên hirçên cemserê dê tune bibin.

Zanyar Steven Amstrup ku di saziya Polar Bears Internationalê da peywirdar e, di daxuyaniya da BCCyê da wiha got, "Cara ewil me dît ku kudik dê nikaribin jiyana xwe bidomînin. Kudik dê

çêbin, lêbelê di serdema ku bêcemed derbas dibe da donê hirçên mak dê têra wê yekê neke ku şîr bidin."

 

 

Serepeyv