Tîrmeh 15, 2020 22:18 Asia/Tehran
  • Trump dawî li 'statuya xweser' a Hong Kongê anî

Serokê Amerîkayê Donald Trump dawî li "statuya xweser a bazirganiyê" ya ji bo Hong Kongê anî.

   Trump roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku wî mohra xwe daniye binê qanûna ku dawî li 'statuya xweser' a Amerîka da Hong Kongê tîne û pêkanînê li zextên Çînê yên li herêmê ferz dike.

Trump di civîna çapemeniyê de got, "Min mohra xwe danî binê qanûnekê û biryarnameyekê, ji bo Çîn hesabê zextên xwe yên li ser gelê Hong Kongê bide."

Serokê Amerîkayê her wiha got, "Wê nêzîkatiya ku li Çînê tê kirin li Hong Kongê jî bê kirin; nêzîkatiyeke cuda nîne, nêzîkatiyeke taybet a aboriyê nîne, pêwîstî bi firotina teknolojiya hesas nîne."

Li gorî Serokê Amerîkayê, kontrola ku rêveberiya Pekînê daniye ser Hong Kongê dawî li hêza aboriyê ya vê herêmê aniye. Trûmp got, "Me hevrikekî gelekî cidî winda kir."

Wezareta Karên Derve ya Çînê jî bi daxuyaniyekê diyar kir, "Çîn ji bo parastina berjewendiyên xwe yên rewa wê bersiva pêwîst bide û pêkanînan deyne ser kes û saziyên Emerîkî yên pêwendîdar."

Biryara rêveberiya Trump bandorê li bazirganiya navbera Hong Kong û Amerîkayê dike ku salane bi dehan milyon dolar e.

Serepeyv