Komara Azerbeycanê:Artêşa me baregeheke leşkerî ya Ermenistanê rûxand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i317716-komara_azerbeycanê_artêşa_me_baregeheke_leşkerî_ya_ermenistanê_rûxand
Pirsgirêka di navbera di navbera Ermenistan û Azerbeycanê ya li ser herêma Nagorno-Qarabaxê didome. Wezareta Parastina Komara Azerbeycanê eşkere kir ku baregeheke leşkerî ya Ermenistanê rûxandiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 15, 2020 12:23 Asia/Tehran
  • Komara Azerbeycanê:Artêşa me baregeheke leşkerî ya Ermenistanê rûxand

Pirsgirêka di navbera di navbera Ermenistan û Azerbeycanê ya li ser herêma Nagorno-Qarabaxê didome. Wezareta Parastina Komara Azerbeycanê eşkere kir ku baregeheke leşkerî ya Ermenistanê rûxandiye.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê Wacîf Darigiyaxêlî îro ragihand ku di êrişeke hêzên wan a li ser artêşa Ermenistanê de li devera sînorî ya Tûvuz, baregeheke leşkerî ya Ermenistanê li gel çek û alavên leşkerî rûxandine.

Şer û pevçûnan di navbera Ermenistanê û Komara Azerbeycanê de roja yekşemê despê kir û hîn berdewam dikin. Di roja yekem de ji herdu aliyan kuştî û birîndar hebûn.

Şer û pevçûnên vê dawiyê  li devereke dûrtir ji deverên ku her dualiyan ser kêşe hene anku dûrtir ji herêma Nagorno-Qarabaxê û li şaristana Tûvuz despê bûne.

Aloziya di navbera Ermenistan û Azerbeycanê li ser herêma Qerebax ji sala 1988’an ve heye. Di salên 1992 û 1994’an di navbera wan de şer rû da. Her çiqas bi naybeynkariya Rûsya, Emerîka, û Fransa şer bi dawî bibû, lê hîn pirsgirêk çareser nebûye. Her yek jî îdia dike ku ew herêm beşek ji axa wê ye.