Yûnan: "Bila Ewrûpa dijayetîya lihevkirinên Lîbî-Tirkîyê bike"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i312345-yûnan_bila_ewrûpa_dijayetîya_lihevkirinên_lîbî_tirkîyê_bike
Wezîrê Karên Derve yê Yûnanê ji Ewrûpayê xwest ku dijayetîya lihevkirinên Lîbî-Tirkîyê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 18, 2020 11:56 Asia/Tehran
  • Yûnan:

Wezîrê Karên Derve yê Yûnanê ji Ewrûpayê xwest ku dijayetîya lihevkirinên Lîbî-Tirkîyê bike.

Nîkos Dêndîyas Wezîrê Karên Derve yê Yûnanê duh piştî hevdîtina digel general Xelîfe Hefter Fermandeyê hêzên nasyar bi Artêşa Netewî ya Lîbîyê li Atênê got: "Em çavlirê ne ku Ewrûpa dijayetîyê himberî lihevkirin û rêkevtinameyên wajobûyî di navbera Faiz Sirac Serokê Dewleta Tifaqa Netewî û Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê yên di warên deryayî û leşkerî de bike."

Lihevkirinên vê dawîyê yên Tirkîyê û Delweta Tifqa netewî ya Lîbîyê pêrgî neyarîya welatên derdora Deryaya Medîteranê ji wan Yûnan û Qibrisê bûne.