-
Hejmara kesên ku ji ber şer û pevçûnan li cîhanê koçber bûne gihiştiye 48 milyon kesan
Çirî 29, 2021 10:51Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî civînek pêk anî û di civînê de hat eşkerekirin ku ji ber şer û pevçûnên çekdarî hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne, gihiştiye 48 milyon kesan.
-
Koşka Spî: Wê Biden û Erdogan li Glasgowê bicivin
Çirî 29, 2021 13:47Şêwirmendê ewlekarîya neteweyî yê Koşka Spî Jake Sullivan dîyar kir ku Serokê Amerîka Joe Biden çaverê dike ku hefteya bê li Glasgowê, di dema hilcivîna jîngehê ya NY de bi serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re hevdîtinekê bike.
-
Mark Zuckerberg: Navê Facebookê dibe Meta
Çirî 29, 2021 09:52Damezrêner û Rêveberê Cîbicîkar ê Kompaniya Facebookê Mark Zuckerberg duh ragihand ku navê kompanya Facebookê wek Meta hatiye guhertin, lê tora civakî bi navê Facebookê dimîne.
-
Li Amerîkayê di firoşgehekî de êrîşek pêkhat 2 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
Çirî 28, 2021 20:11Li eyaleta Idaho ya Amerîkayê li navendekî firoşgehekî de êrîşeke çekdarî pêkhat û di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kesên din jî birîndar bûn.
-
Sekreterê giştî yê NY derbar guherîna keşûhewayê serokên cîhanê hişyar kir
Çirî 28, 2021 08:50Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwazê ji serkirdeyên cîhanê dike, bilez kar li ser guherîna keşûhewayê bikin û dest ji hemû wan gazên zerardar berdin, ku li jîngehê belav bûne.
-
Dewama îdiayên Serokê Komara Azerbaycanê
Çirî 26, 2021 16:26Serokê Komara Azerbaycanê careke din gefa şêrr li Ermenistanê xwar.
-
Li Nîjeryayê di parzûngeheke petrolê ya derveyî qanûnê de teqîn pêkhat: 25 kes mirin
Çirî 25, 2021 15:53Li eyaleta Riversa Nîjeryayê di parzûngehekî petrolê ya derveyî qanûnê ya qaçax de teqînek pêkhat û herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-
El-Burhan li Sûdanê rewşa awarte ragihand
Çirî 25, 2021 14:23Li Sûdanê, general Ebdulfetah El-Burhan bi civîneke çapemeniyê ragihand ku hikumeta demkî hatiye betalkirin û rewşa awarte îlan kir.
-
Li Sudanê Serokwezîr û hejmarek berpirsên hikûmetê hatin desteserkirin
Çirî 25, 2021 07:50Çavkaniyên ji hikûmeta Sudanê ragihandine, grûpeke çekdar Serokwezîrê wî welatî Ebdella Hemdok tevî hejmarek ji berpirsên hikûmî û kesayetiyên siyasî yên wî welatî desteser kirine. Di heman dem de li seranserî Sudanê internet hat birîn.
-
Li Efganîstanê di êrîşeke bombeyî de 3 kes mirin
Çirî 24, 2021 16:28Li parêzgeha Nengerharê ya li rojhilatê Efganîstanê êrîşeke bombeyî û çekdarî pêkhat. Di êrîşê de 2 kes ji wan endamên Talîbanê, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.