-
NY: Zêde ji 120 hezar kesî ji Ukraynê derketine
Sibat 26, 2022 09:32Ajansa Penaberan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandiye ku heta niha zêdetirî 120 hezar ukraynî ji dema destpêkirina şêrr ji Ukraynê derketine û berê xwe dane welatên cînar.
-
Destûra 'Alîkariya lezgîn a Leşkerî' ya Amerîkayê bo Ukraynê hat dayîn
Sibat 26, 2022 10:22Serokomarê Amerîkayê destûra alîkariya lezgîn a leşkerî bo Ukraynê da.
-
Bloka Rojava hewil dide Rûsiyê li NY mehkûm bike
Sibat 26, 2022 06:27Li pey vetoya biryarnameya pêşniyazkirî ya Amerîkayê li Konseya Ewlehiyê ya NY ji aliyê Rûsiyê va, Bloka welatên rojavayî daxwaza hilêxistina qeyrana Ukraynê li civata gelemperî ya NY ji bo mehkûmkirina Rûsiyê kir.
-
Kremlîn: Pûtîn taximekê ji bo gotûbêja bi Ukraynê ra dişîne Mînskê
Sibat 25, 2022 15:49Dmîtrî Piskov (Dmitry Peskov), Berdevkê Serokomarê Rûsiyê ragihand ku Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê li ser daxwaza Vlodîmîr Zêlênskî serokomarê Ukraynê ji bo gotûbêjê, taximekê ji bo gotûbêjê dişîne Mînskê.
-
Volodymyr Zelenskyy daxwaza gotûbêjê ji Pûtîn kir
Sibat 25, 2022 12:58Volodymyr Zelenskyy serokomarê Ukraynê bi peyameke vîdyoyî ku li kanala xwe ya Telegramê weşandiye, ji Vladîmîr Pûtîn hevpêşeyê xwe yê ûris xwest ku gotûbêj bikin.
-
Nûçeyên dinhev derbarê ketina bajarê Kiyêvê
Sibat 25, 2022 10:19Nûçeyên dijhev qala ketina bajarê Kiyêva paytexta Ukraynê dikin.
-
Hûrgiliyên dawiyê yên şerê Rûsya û Ukraynayê
Sibat 24, 2022 14:34Herêmên ku li rojhilatê Ukraynayê serxwebûn ragihandine, diyar kirin ku 2 bajar bi dest xistine. Kîevê jî ragihand ku artêşa Rûs ber bi du bajarên cuda ve bi pêş ve diçe.
-
Ukrayna: Di êrîşa Rûsyayê de heta naha 50 leşker û sivîlan canê xwe ji dest dane
Sibat 24, 2022 13:24Ukrayna aşkere dike ku di êrîşa îro ya Rûsyayê li ser wî welatî de, 50 leşker û welatiyên sivîl hatine kuştin.
-
Rûsya: Cihên leşkerî yên li Ukraynayê hatin jinavbirin
Sibat 24, 2022 12:11Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku pergalên parastina asmanî, binkeyên asmanî yên leşkerî û hêzên esmanî yên li Ukraynayê hatin jinavbirin.
-
Yekîtiya Ewropayê bo Putîn: Vî şerî demildest rawestîne
Sibat 24, 2022 10:47Serokê Emcûmena Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel bang li Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn kir û got, "Vî şerî demildest rawestînin.”