-
Li çend bajarên Ukrayna ‘agirbesta demkî’
Adar 08, 2022 02:18Rûsya ragihand ku ew ê li çend bajarên Ukrayna ji sibeha îro ve dest bi agirbestê bikin da ku derfetê bidin derxistina sivîlan bi rêya korîdorên mirovî. Agirbestê 07.00ê sibehê destpê kir.
-
Amerîka û Brîtanya di serê lîsteya welatên nedost ên Rûsiyê da ne
Adar 07, 2022 18:07Dewleta Rûsiyê roja Duşemiyê lîsteyek ji welat û deverên cîhanê ku kiryarên nedostane li dijî Rûsiye, kompanî û welatiyên wê pêk tînin, pesend kir.
-
Şerê Rûsiye û Ukraynê: Ji milyon û nîvekî zêdetir penaber ji Ukraynê derbasî welatên cînar bûn
Adar 07, 2022 15:01Komîserê Payebilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Filippo Grandi daxuyand, li Ukraynê ji milyon û nîvekê zêdetir penaber derbasî welatên cînar bûn.
-
Ukraynê xwest ku 'Korîdorên rasteqîn' bên vekirin
Adar 07, 2022 14:20Êrîşa Rûsiyê li ser Ukraynê derbasî roja 12an bûye û dewama vê êrîşê bûye sebeb ku hejmareke zêde ya welatiyên sivîl li vî welatî bên kuştin, birîndar an jî aware bibin û hewldanên ji bo navcîtî û rawetandina êrîşên Rûsiyê bê encam mane.
-
Visa û Mastercardê operasyonên xwe yên li Rûsyayê rawestandin
Adar 07, 2022 09:19Şîrketên xizmeta fînansî yên Visa û Mastercardê ragihandin ku wan operasyonên xwe yên li Rûsyayê rawestandin.
-
Li Amerîkayê ji ber bablîsokê 6 kes mirin
Adar 06, 2022 20:44Li bajarê Des Moines a ser bi eyaleta Lowa ya Amerîkayê, ji ber bablîsok rabû, 2 jê zarok 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-
NY hejmara kuştî û birîndarên sivîl ên li Ukraynayê eşkere kir
Adar 06, 2022 18:33Netewên Yekbûyî ragihand ku ji 24ê Sibatê vir ve li Ukraynayê 364 sivîl hatine kuştin û 759 sivîl jî birîndar bûne.
-
Zelensky: Divê gel li hemberî hêzên Rûsyayê li ber xwe bide
Adar 06, 2022 10:11Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelinsky bang li gelê Ukraynayê kir ku berxwedana xwe ya li dijî hêzên Rûsyayê bidomîne.
-
Putîn: Eger NATO xwe tevlî şerê Ukraynayê bike em ê şerê wê jî bikin
Adar 06, 2022 05:33Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn ragihand ku her welatekî ku li Ukraynayê herêmeke qedexe ya firînê rabigihîne, ew welat dê weke aliyekî şer bê dîtin. Putin herwiha got ku eger Ukrayna weke endamê NATOyêê bê qebûlkirin, ew ê şerê NATOyê jî bikin.
-
Rûsiye pevçûnan ji bo pêkanîna korîdoreke mirovdostane radiwestîne
Adar 05, 2022 09:40Hêzên Rûsiyê ji saet 10ê beyanî li gorî dema Moskoyê bi mebesta pêkanîna korîdora mirovdostane "Guleavêtinê didin rawestandin".