-
Serokwezîrê Inglîzê, Boris Johnson istîfa kir
Tîrmeh 07, 2022 07:52Serokwezîrê Inglîzê, Boris Johnson piştî çend istîfayên di kabîneya xwe da, bi xwe jî istîfa kir.
-
Li peravên Lîbyayê 22 koçber mirin
Tîrmeh 06, 2022 06:37Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li peravên Lîbyayê, keştiyek ku penaber tê de bûn noqî binê avê bû û 22 koçberan jiyana xwe ji dest dan. Piraniya wan koçberan ji Maliyê bûn.
-
Du wezîrên hikûmeta Brîtanyayê dest ji kar berdan
Tîrmeh 06, 2022 05:33Medyayê Brîtanayê ragihand ku du wezîrên hikûmeta Brîtanyayê duh sêşemê ji bo ku bertekên xwe li dijî Serokwezîrê vê welatî Boris Johnson nîşan bidin, îstîfaya xwe ragihandin.
-
Li Fransayê 200 hezar kes di rojekê de bi Koronayê dikevin
Tîrmeh 06, 2022 04:52Wezîrê Tendirustî yê Fransayê François Braun(Fransowa Bron) ragihandiye, di nava 24 saetan de hejmara pêketiyên Koronayê (Covid-19) digihîje 200 hezar kesan.
-
Rûsya: Çekên ku didin Ukraynayê diçin Rojhilata Navîn
Tîrmeh 06, 2022 04:40Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu (Sergey Shoigu) ragihand, çekên ku ji Ukraynayê re têne dayîn, li bazara reş têne firotin.
-
Sergey Shoigu: Luhansk bi temamî di bin kontrola me de ye
Tîrmeh 03, 2022 15:18Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn agahdar kir ku xaka Luhansk bi temamî hatiye kontrolkirin.
-
Li Sydneyê lehî rabû: Bi hezaran kes hatin veguhastin
Tîrmeh 03, 2022 12:30Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, ji ber barana zêde lehî rabû. Bi hezaran kes hatin veguhastin.
-
Bajarê Ûkraynayê Lysychansk ket bin kontrola Rûsyayê
Tîrmeh 03, 2022 08:10Ajansa Novosti ya Rûsyayê ragihand ku kontrola bajarê girîng ê Ukraynayê Lysichansk (Lîsîçansk) ketiye bin kontrola hêzên Rûsyayê.
-
20 koçberan li Çola Sehrayê ji ber tîbûnê jiyana xwe ji dest da
Tîrmeh 01, 2022 17:43Li Çola Sehrayê ya li başûrê Lîbyayê 20 koçberên jiyana xwe ji destdayî hatin dîtin.
-
Yûnanê daxwaza kirrîna balefirên şêrr ên F-35ê ji Amerîkayê kir
Tîrmeh 01, 2022 06:41Serokwezîrê Yûnanê di germegerma kêşeya vî welatî di gel Tirkiyê qala daxwaza Atênayê ji bo kirrîna balefirên şêrr ên F-35ê ji Amerîkayê kir.