-
Rûsyayê li Ukraynê firokeya eskerî ya tîpa "Mi-24ê" xist
Tebax 14, 2022 03:36Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand, wan li herêma Dniproyê ya Ukraynê firokeyeke eskerî ya tîpa "Mi-24"ê ya artêşa Ukraynê xist.
-
Neteweyên Yekbûyî: Di nîveka yekem a 2022an de 1200 koçber xeniqîne
Tebax 14, 2022 03:10Komîsyona Bilind a Karûbarên Koçberan ya Neteweyên Yekbûyî diyarkir tenê di nava şeş mehên destpêkê yên îsal de 1200 koçber di rêyên deryayî de xeniqîne yan jî wenda bûne. Hat gotin heta niha jî çarenûsa gelek ji wan nayê zanîn.
-
FBI li mala Trump dest danî ser "belgenamên hestyar"
Tebax 13, 2022 12:51Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) ragihand, “belgenamên hestyar” di mala Serokomarê berê yê Amerîkayê Donald Trump de hatine dîtin û dest bi ser wan de hatiye girtin.
-
Kesê ku êrîşî Selman Ruşdî nivîskarê jidînderketî kir hat girtin
Tebax 13, 2022 10:32Polîsê Amerîkayê êrîşkarê nivîskar ji dînderketî Selman Ruşdî desteser kir. Ew êrîşkar gencekî 24 salî ye û navê wî Hadî Meter e.
-
Di encama gullereşandina li Montenegro de 12 kuştî û 6 birîndar
Tebax 13, 2022 07:54Medyaya xwecihî ya Montenegroyê şeva Înê ragihand ku di encama gullereşandineke bi kom li vî welatê rojhilatê Ewropayê de 12 kes ji wan kesên ku gulle lêketine hatine kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûne.
-
Li New Yorkê êrîşî ser nivîskarê jidînderketî Selman Ruşdî kirin
Tebax 12, 2022 18:28Çavkaniyên medyayê behsa êrîşa ser Selman Ruşdî, nivîskarê jidînderketî yê Ayetên Şeytanî li New Yorkê, kirin.
-
Bota koçberan binav bû; ji 93 kesên têde piranî Kurd in
Tebax 11, 2022 18:37Serokê Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyayî, Bekir Elî ragihand, ji 93 kesên ku duh li Deryaya Egeyê û li sînorê deryayî yê Yewnanistanê bota wan binav bû, tenê 29 kes hatine rizgarkirin û 64 kes bêserûşûn in ku ji çar parên wan 3 par Kurd in.
-
Li Kabulê teqînek pêk hat
Tebax 11, 2022 16:29Li paytexta Efxanîstan Kabulê di dibistaneke olî de di encama teqînekê de endamekî derecebilind ê Talîbanê jiyana xwe ji dest da.
-
Li herêma Keşmîrê ya di bin kontrola Hindistanê de 3 leşkerên vî welatî di êrîşeke xwekujî de hatin kuştin
Tebax 11, 2022 15:59Di êrîşeke xwekujî ya li dijî kampeke leşkerî ya li Keşmîra di bin kontrola Hindistanê de 3 leşkerên Hindistanê hatin kuştin.
-
Li Behra Egeyê bi dehan penaber winda bûn
Tebax 10, 2022 18:27Li Behra Egeyê bi dehan penaber di botekê (qayiqekê) ku ber bi Ewropayê ve diçû winda bûn, bi hewldanên Ewlehiya Peravê ya Yewnanîstanê 29 kes hatin rizgarkirin.