-
Ji ber êrişên bi kêran li Kanadayê 10 kes hatin kuştin
Îlon 06, 2022 03:28Polîsên Kanadayê bi daxuyaniyekê ragihand ku li eyaleta Saskathewan a Kanadayê di encama çend êrişên bi kêran de 10 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.
-
Ji ber lehiya li Pakistanê jimara kesên ku mirin derket 1314an
Îlon 06, 2022 03:59Li Pakistanê ji 14ê Hezîranê vir va baranên musonê dibarin û jimara kesên ku ji ber baranan mirin, derket 1314an.
-
Rapirsîna nû ya CBS' ê û Enistîtûya YouGov'ê: Rewşa demokrasiyê li Amerîkayê xerabtir bûye
Îlon 05, 2022 14:17Malpera Kanala CBS'ê bi raporekê ragihand, rewşa demokrasiyê xerabtir bûye û gel nîgeranê pêşeroja hilbijartinê ye.
-
Beriya gihîştina bahozê dibistan û balefirgehên Koreya Başûr hatin betalkirin
Îlon 05, 2022 14:05Koreya Başûr bi nêzikbûna bahoza bi navê Hînamnûrê, dibistan xistin rewşa betlaniyê û firînên balefiran betal kir û xebata hin pêşeyan jî hatiye rawestandin.
-
Liz Truss bû serokwezîra Inglîzê ya nû
Îlon 05, 2022 13:12Piştî çend hefteyan rikeberiya giştalî û tijî kêşe, serê axir îro Liz Truss li dewsa Boris Johnson wek serokwezîra Inglîzê ya nû hat bijartin û ew ê ji sibe va bi fermî xebata xwe dest pê bike.
-
Josep Borrell: Zivistaneke dijwar li benda Ewropayê ye
Îlon 05, 2022 11:15Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê mukir hat: Zivistaneke dijwar li benda Ewropayê ye.
-
Yûnan: Gotinên Erdogan provakatîf in
Îlon 04, 2022 14:05Wezîrê Derve Karên Derve yê Yûnanê bersiva gefên Serokkomarê Tirkiyê da û got: “Gotinên provakatîf in û em dê hevpeymanên xwe agahdar bikin.”
-
Li Somaliyê 17 sivîl ji aliyê terorîstên El-Şebabê ve hatin kuştin
Îlon 04, 2022 05:54Li gorî medya Somaliyê, Duh li herêma Efer Erdê ya Somaliyê hejmarek wesayîtên barhilgir ji aliyê terorîstên El-Şebabê ve hedef hatin girtin û di êrişê de 17 sivîl hatin kuştin û hinek din birîndar bûn.
-
Google'ê tora civakî ya Trump li Play Store'ê asteng kir
Îlon 03, 2022 04:10Google'ê tora civakî ya Donald Trump serokomarê Amerîkayê yê berê ya bi navê Truth Social li Google Play'ê asteng kiriye.
-
Lavrov: Em ê hêza xwe ya leşkerî di hêla têkiliya bi NATOyê ra xurttir dikin
Îlon 02, 2022 09:42Wezîrê karên derve yê Rûsiyê qala bihêzkirina baregehên û xetên leşkerî yên vî welatî li bakûrê rojava bi taybet di rewşa damezirandina baregehên NATOyê li Swêd û Fenlandê da kir.