Iraqçî li dû bûyera bi xwefirê ya li Kuweytê sersaxî da Îtaliyayê
Wezîrê karên derve yê Îranê li dû bûyera xwefirê ya li Kuweytê di gotûbêjeka bi rêya telefonê tev hevtûşê xwe yê îtalî de, sersaxî da hikûmet û xelkê Îtaliyayê û hevxemiya Îranê bi wan re nîşan da. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî li dû agirpêketina li Misrê sersaxî da malbatên goriyên vê bûyerê.
Wezîrê Derve yê Îranê, Seyîd Ebas Iraqçî, di peywendiyeke telefonî de bi hevtayê xwe yê îtalyayî re, ji ber mirina du welatiyên Îtalyayê di bûyera xwefirê ya li Kuweytê de xemgîniya xwe anî ziman. Wî îdiayên li dijî Komara Îslamî ya Îranê yên derbarê vê bûyerê de bêbingeh dan zanîn û tekez kir ku Îran di vê bûyerê de ti rol û beşdariyek tune ye.
Duh, di axiftineke bi rêya telefonê de ligel Şêx Cerah Cabir Ehmed Sebah, Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê, Seyîd Ebas Iraqçî bi awayekî webirr îdiayên derbarê êrîşa bi xwefiran a Îranê ser Kuweytê red kirin û tekez kir ku Komara Îslamî ya Îranê bi tu awayî tevlî vê bûyerê nebûye. Wezîrê Karên Derve yê Îranê, ligel nîşandana xemgîniya xwe ji ber ziyanên canî û madî yên ku ji ber vê bûyerê çêbûne, her wiha diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê amade ye ligel aliyê kuweytî lêkolîneke hevbeş pêk bîne da ku hûrgiliyên bûyerê bi awayekî berfireh bên lêkolînkirin û çavkaniya wê û kesên berpirs bên nastkirin.
Di vê navberê de, Îsmaîl Beqayî, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, piştî bûyereke agirpêketinê li Misirê ku bû sedema canjidestdana çend kesan, sersaxiya gel û hikûmeta Îranê pêşkêşî malbatên qurbaniyan kir. Piştî agirpêketineke ji ber wergeriyana tankereke sotemeniyê li parêzgeha Cîzeyê ya Misirê çêbû û bû sedema mirin an birîndarbûna zêdetirî 50 kesan Berdevkê Wezareta Karên Derve, Îsmaîl Beqayî, sersaxî û hevxemiya gel û hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê gihand malbatên qurbaniyan, her wiha hikûmet û gelê Misirê. Wî ji Xwedayê Mezin xwest ku sebr û bêhnfirehiyê bide malbatên ku kesên xwe winda kirine û ji bo kesên birîndar jî hêviya tenduristî û başbûnê xwest.