Sedî 80`ê Demokratan, daxwaza bidawîanîna demlidest a şerrê bi Îranê re kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i361648-sedî_80_ê_demokratan_daxwaza_bidawîanîna_demlidest_a_şerrê_bi_Îranê_re_kir
Rapirsiyeke nû nîşan dide sedî 55`ê dengderên amerîkî ji wan sedî 80`ê Demokratan dixwezin ku şerrê bi Îranê re demlidest bi dawî bibe.
(last modified 2026-11-25T16:30:36+00:00 )
Tesrîn 25, 2026 18:00 Asia/Tehran
  • Sedî 80`ê Demokratan, daxwaza bidawîanîna demlidest a şerrê bi Îranê re kir

Rapirsiyeke nû nîşan dide sedî 55`ê dengderên amerîkî ji wan sedî 80`ê Demokratan dixwezin ku şerrê bi Îranê re demlidest bi dawî bibe.

 

Encamên rapirsiyeke nû ku ji aliyê Zanîngeha Mêrîlendê ve bi hevkariya şîrketa lêkolînê ya Ipsos`ê hatiye lidarxistin, nîşan didin ku piraniya dengderên li Amerîkayê piştgiriyê didin bidawîanîna bilez a şerê Amerîkayê û Rejîma Siyonîst dijî Îranê. Bi giştî, ji sedî 55`ê beşdaran diyar kirin ku divê şer, di her şert û mercekê de, demlidest bi dawî bibe. Ev rêje di nav Demokratan de gihîşt ji sedî 80`an û di nav dengderên serbixwe de jî ji sedî 59`an; her wiha, nêzîkî ji sedî 25`ê Komarparêzan jî piştgirî dan vê helwestê. Her wiha, ji sedî 53`yê Demokratan piştgiriya xwe ji bo gavên Kongreyê yên ji bo birîna bûdceya operasyonên leşkerî anîn ziman û ji sedî 51`an jî daxwaz kirin ku di muzakireyên budçeyê yên pêş de, bendeke ji bo rawestandina fînansekirina şerê li dijî Îranê were zêdekirin.