Yedeka gaza Ewropayê gihîşt nizmtirîn asta di zêde ji dehsalekê da
Li gorî rapora Bloomberg’ê, bihayê gaza xwezayî ya Ewropayê di pey pêla sermayê ya hevdem li Ewropa û Asyayê û tundbûna nîgeranîyan derbarê astengîya dabînkirinê ji rêya Tengava Hormizê da, di rojekê da bi rêjeya sedî 8.6 hilkişiya û bi vî awayî yedekên gaza Ewropayê gihîştin nizmtirîn asta vê qonaxa salê ji sala 2013ê va.
Bihayê gaza xwezayî ya Ewropayê di pey pêla sermayê ya hevdem li Ewropa û Asyayê û tundbûna nîgeranîyan derbarê astengîya dabînkirinê ji rêya Tengava Hormizê da, di rojekê da bi rêjeya sedî 8.6 hilkişiya û bi vî awayî yedekên gaza Ewropayê gihîştin nizmtirîn asta vê qonaxa salê ji sala 2013ê va.Li gorî rapora Bloombergê, yedekên gaza Ewropayê heta 17ê Mijdarê tenê bi rêjeya sedî 70.15 tijî bûn ku nizmtirîn asta vê qonaxa salê ji sala 2013an va ye; hevdem pêşbînîya sermaya tund û kêmbûna berhemanîna elektrîka bayî, daxwaz bo gazê zêde kiriye.Astengîya hinardekirina gaza Qeterê piştî êrişa li ser saziyên Rees Lefanê û rikeberiya bikirrên asyayî û ewropayî bo barên LNG’yê jî zexta li ser bazara tundtir kiriye.