Rêvebirê Ewlehîya Sayberî ya Neteweyî ya Amerîkayê îstifa kir
“Şan Kirenkras”, Rêvebirê Ewlehîya Sayberî ya Neteweyî ya Amerîkayê di hikûmeta Trump da, ji posta xwe îstîfa kir. Donald Trump “Krêstên Dawîs” li şûna Kirenkras erkdar kir.
Ev biryar di rewşekê da hat ragihandin ku di rojên raborî da gelek astengî di pergalên ragihandinê, darayî, veguhestinê û heta torên navxweyî yên saziyên ewlehîyê yên Amerîkayê da çêbûn û nîgeranî derbarê berziyanbûna binesazîyên dîjîtal ên vî welatî zêde bûne. Di yek ji giringtirînê van bûyeran da, astengî di tora ragihandinê ya Ajansa Ewlehîya Neteweyî ya Amerîkayê da bû sedema derketina demkî ya tora navxweyî ya vê rêxistinê ji destê bikarhêneran. Di rojên raborî da jî pergalên Rêxistina Hewagerrîya Federal a Amerîkayê bi astengîyê ra rûbirû bûn ku bû sedema rawestandina seranserî ya firrînan bo çend saetan û çêbûna derengî û betalkirina berfireh a firrînan. Di beşa darayî da, astengî di pergalên navxweyî yên Banka CÎ-PÎ Morgan ÇÎSê (JPMorgan Chase) da bû sedema derengîyê di pêkanîna hinek danûstanên bankî da. Hevdem digel vê, xizmetên şirketa Microsoft û şirketa Apple’ê jî bi pirsgirêkan ra rûbirû bûbûn.