Pûtîn: Hevkarîyên Tehran û Moskowê berfireh dibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i361512-pûtîn_hevkarîyên_tehran_û_moskowê_berfireh_dibin
Serokkomarê Rûsyayê bi tekezîkirina li ser pêvajoya berfirehbûnê ya hevkarîyên Moskowê bi Tehran û Pekînê ra, ragihand ku lihevkirin û peymanên ku Rûsyayê sala raborî bi Îranê ra îmze kirine, encamên bi bandor û alîkar bi xwe ra anîne.
(last modified 2026-11-18T15:01:38+00:00 )
Tesrîn 18, 2026 18:31 Asia/Tehran
  • Pûtîn: Hevkarîyên Tehran û Moskowê berfireh dibin

Serokkomarê Rûsyayê bi tekezîkirina li ser pêvajoya berfirehbûnê ya hevkarîyên Moskowê bi Tehran û Pekînê ra, ragihand ku lihevkirin û peymanên ku Rûsyayê sala raborî bi Îranê ra îmze kirine, encamên bi bandor û alîkar bi xwe ra anîne.

 

Vladîmîr Pûtîn li tenişta civîna serokên Rêxistina Hevkarîyên Aborî yên Asya û Oqyanûsiyeyê (APEC) li bajarê Şenjenê yê Çînê, herwiha got ku sepandina tarîf û cezayên Rojava li dijî Rûsyayê nekarîye vî welatî ji hevkêşeyên aborî û navdewletî dûr bixe.Pûtîn di axaftina xwe ya li civîna bazirganî ya APECê da jî bi rexnekirina sîyaseta ceza û zexta aborî, tekezî li ser pêwîstîya berfirehkirina hevkarîyê li şûna îzolekirinê û gotûbêjê li şûna ultîmatomê kir.Biryar e roja Pêncşemiyê Pûtîn beşdarî civîna sêalî bi amadebûna Şî Cînpîng, Serokkomarê Çînê, û Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê, bibe; civîna ku mijarên giring ên navdewletî û navçeyî ji wan guhertinên Ukrayn û Îranê di rojeva wê da ne.