Berdewambûna nerazîbûnan li Fransayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i361300-berdewambûna_nerazîbûnan_li_fransayê
Di dewama xwenîşandanên di çend hefteyên buhurî da ku bi pêşengîya ciwanan tên lidarxistin, nerazîbûn u greveke nû li vî welatî dest pê bû.
(last modified 2026-11-07T19:48:53+00:00 )
Tesrîn 07, 2026 23:19 Asia/Tehran
  • Berdewambûna nerazîbûnan li Fransayê

Di dewama xwenîşandanên di çend hefteyên buhurî da ku bi pêşengîya ciwanan tên lidarxistin, nerazîbûn u greveke nû li vî welatî dest pê bû.

 

Bi sed hezaran karker li Fransayê daketin kolanan da ku li dijî zêdebûna xercên jiyanê nerazîbûna xwe nîşan bidin. Sendîkayên karkeran û komên xwendekaran ji bo meşeke fermî li navenda Parîsê banga beşdariyê kiribûn, ku bi dirûşma "Li dijî xercîn giran ên jiyanê û piştgiriya ciwanan" hat lidarxistin.

Ev yek di demekê de ye ku rayedarên Fransî lidarxistina vê kombûnê qedexe kirine. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Laurent Nunez ragihand ku ji bo dabînkirina ewlehiyê di dema xwepêşandanan de, 70 hezar polîs û karmendên ewlehiyê li seranserê welêt hatine bicihkirin. Xwepêşandan bûn sedema pevçûnê di navbera xwepêşander û polîsan de.