Medyaya amerîkî: Xercê şerrê Amerîkayê dijî Îranê rabû 47 mîlyard Dolarî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i361118-medyaya_amerîkî_xercê_şerrê_amerîkayê_dijî_Îranê_rabû_47_mîlyard_dolarî
Malpera amerîkî ya The Hill, di raporekê de ku behsa zêdebûna lêçûnên şerê êrîşkar ê Amerîkayê dijî Îranê bo nêzî 47 milyar Dolarî dike, nivîsiye ku texmînek nû ya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) nîşan dide ku lêçûna vê pevçûnê ji destpêka Îlonê ve ji 3 milyar dolarî zêdetir zêde bûye.
(last modified 2026-10-28T15:42:19+00:00 )
Çirî 28, 2026 19:11 Asia/Tehran
  • Medyaya amerîkî: Xercê şerrê Amerîkayê dijî Îranê rabû 47 mîlyard Dolarî

Malpera amerîkî ya The Hill, di raporekê de ku behsa zêdebûna lêçûnên şerê êrîşkar ê Amerîkayê dijî Îranê bo nêzî 47 milyar Dolarî dike, nivîsiye ku texmînek nû ya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) nîşan dide ku lêçûna vê pevçûnê ji destpêka Îlonê ve ji 3 milyar dolarî zêdetir zêde bûye.

 

Malpera Hîl, ku nêzîkî Kongreya Amerîkayê ye, di raporekê de ku li ser texmîna CENTCOM`ê ya 16`ê Cotmehê hatiye amadekirin, ragihand ku: Ev texmîn ji Kongreya Amerîkayê re hatiye dayîn û lêçûna şerê li dijî Îranê bi qasî 47 milyar dolarî nîşan dide. Di vê raporê de hatiye destnîşankirin ku beşa herî mezin a lêçûnên şer bi guhertina cebilxaneya xerckirî ve girêdayî ye, ku bi qasî 29 milyar dolarî tê texmînkirin, wiha lê zêde dike: Her wiha, nêzîkî 12 milyar dolar ji bo lêçûnên operasyonên leşkerî yên zêde û 6.1 milyar dolar ji bo guhertina alavên ku ji dest çûne, hatine terxankirin. Di raporê de herwiha hatiye: Texmîna nû lêçûna zirara baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn nagire ber xwe; Mijarek ku dikare texmîna tevahî ya lêçûnên şer zêde bike.