Zêdetirî 6 hezar kes li Fransayê ji destpêka nerazîtîyên xwendevanan va hatine girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360716-zêdetirî_6_hezar_kes_li_fransayê_ji_destpêka_nerazîtîyên_xwendevanan_va_hatine_girtin
Rojnameya fransî Le Figaro ragihand ku ji dema destpêka nerazîtîyan li Fransayê, zêdetirî 6 hezar kes li vî welatî hatine girtin.
(last modified 2026-10-06T15:14:03+00:00 )
Çirî 06, 2026 18:43 Asia/Tehran
  • Zêdetirî 6 hezar kes li Fransayê ji destpêka nerazîtîyên xwendevanan va hatine girtin

Rojnameya fransî Le Figaro ragihand ku ji dema destpêka nerazîtîyan li Fransayê, zêdetirî 6 hezar kes li vî welatî hatine girtin.


Wezîrê Perwerdeyê yê Fransayê jî roja Yekşemiyê û piştî berdewamîya nerazîtîyên xwendevanan li vî welatî ragihand ku piştî hefteyek pevçûnê di navbera polîsên dijî serhildanê û xwendevanên dibistana navîn da ku hevdem ligel berfirehbûna nerazîtîyên seranserî derbarê rewşa polên dersê da pêk hat, ji 400 heta 500 dibistanên navîn hema wisa bi awayê pişkî an giştî dê daxistî bimînin.

 

Nerazîtîyên xwendevanên fransî nêzikî 10 rojan berê li dibistanên dorhêla Parîsê bi mijara baştirkirina şert û mercên perwerdeyê, kêmbûna mamosteyan û polên qelebalix dest pê kir û di navbirekê kurt da veguherî pêleke seranserî.