Pûtîn: Şandina hêza ewrûpî bo Ukraynê bi wateya şerê bi Ûrsêtê ra ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360270-pûtîn_Şandina_hêza_ewrûpî_bo_ukraynê_bi_wateya_şerê_bi_Ûrsêtê_ra_ye
Serokomarê Ûrsêtê derheq dûhatên bicihbûna hêzên ewrûpî li Ukraynê hişyarî da û got ku ew pêngava yê bi wateya beşdarbûna rasterast a Ewropayê di şerê bi Ûrsêtê ra be.
(last modified 2026-09-13T11:15:11+00:00 )
Îlon 13, 2026 14:44 Asia/Tehran
  • Pûtîn: Şandina hêza ewrûpî bo Ukraynê bi wateya şerê bi Ûrsêtê ra ye

Serokomarê Ûrsêtê derheq dûhatên bicihbûna hêzên ewrûpî li Ukraynê hişyarî da û got ku ew pêngava yê bi wateya beşdarbûna rasterast a Ewropayê di şerê bi Ûrsêtê ra be.

Viladimîr Pûtîn pêgirî kir ku Moskow gefek dijî welatên ewropî nayê hesêb û hegerek ji bo şêrr himberî Ewropayê tineye. 

Serokomarê Ûrsêtê herwiha pirsgirêkên ku nika pêsîra Ewropayê girtine, encama şaşitîyên sitratejîk ên welatên rojavayî di warên sîyasî, emnî u aborî da zanî u derbara dûhatên sîyasetên Ewropayê di warê enerjîyê da û jordaçûna bihaya gazê da hişyarî da. 

Pûtîn herwiha berfirekirina sînorê NATOyê ji rojhilat ber bi rojavaya cîhanê va ji bo tevlikirina Ukraynê di vê hevalbendîyê da, ji hokarên sereke yên qeyrana nika zanî.