Xwenîşandana Taylendîyan dijî geştyarên Sîyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360260-xwenîşandana_taylendîyan_dijî_geştyarên_sîyonîst
Xelkê Taylendê bi nîşana nerazîbûna himberî serederîya geştyar u niştecîyên Sîyonîst, li navçeyên curbicur ên wî welatî dest bi xwenîşandanê kirin.
(last modified 2026-09-13T10:57:01+00:00 )
Îlon 13, 2026 14:26 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana Taylendîyan dijî geştyarên Sîyonîst

Xelkê Taylendê bi nîşana nerazîbûna himberî serederîya geştyar u niştecîyên Sîyonîst, li navçeyên curbicur ên wî welatî dest bi xwenîşandanê kirin.

Nerazîbûnek jî li ber Balyozxana Rejîma Sîyonîst a li Bankokê dijî seredan u serederîyên geştyarên Sîyonîst hat lidarxistin u beşdaran herwiha bi durişman piştgirî dan Filistînê.

Bi dû zêdebûna nerazîbûnan, dewleta Taylendê jî ragihand ku vîze ji bo Sîyonîstan sekinand u kesên binpêker jî derxistin u qirarên nû ji bo çavdêrîya zêdetir ser geştyarên Sîyonîst kivş kirine. 

Wezareta Karên Derve ya Taylendê jî Balyozê Rejîma Sîyonîst vexwend u nerazîbûna xwe hibmerî binpêkarî, qanûnşikênî û serederîya xirab a geştyarên Sîyonîst ragihandê û pêgirî kir ku berçavgiritna qanûn u erf u edetên herêmê pêwîst e. 

Li gorî raporan li bajarên mînanî Pokêt u Kosamoyîyê jî dikandaran u çalakên geştyarîyê nerazîbûn nîşan dan u derbasbûn u seredana geştyarên Sîyonîst li hin navendên geştyarîyê qedexe kirine.