Ewrûpa di halê derxistina zêrên xwe ji Amerîkayê ye
Banka Navendî ya Holendê ragihand ku ji Adarê heta Tebaxa 2026`an nêzî 86 ton ji zimhêrên xwe yên zêr ji cihê xwedîkirina wan a li Amerîka û Kanadayê veguhestine Londonê; Karek ku hevgavê jordaçûna kêşeyên aborî û siyasî di navbera Ewrûpa û Amerîkayê de û dilnîgeraniyên li ser bi destxistina heyîtiyên derveyî cih hatiye.
Ev asta zêde ji yek çarê zêrên Holendê ye ku berî nika di van du welatan de dihat xwedîkirin û bi giştî nêzî 313 Ton bû.
Li Firansayê jî hin rapor li ser veguhestina 129 Ton zêrên mayî li Fêdêral Rêzêrv a News Yorkê bo nav vî welatî hatine raberkirin û tê gotin gişt zimhêrên zêrê yên Firansayê nêzî 2 hezar û 437 Ton e ku nika li nav welêt tê xwedîkirin.
Li Almanê jî niqaşa li ser vegerandina nêzî hezar û 236 Ton Zêrên ji New Yorkê hîna didome û li Îtaliyayê jî daxwazên ji bo venihêrîna li ser cihê xwedîkirina zimhêrên niftê hatine raberkirin.
Dilnîgeraniya li ser sînordarkirinên muhtemel di veguhestina pereyan û bidestxistina heyîtiyên derveyî ji wan sedeman in ku girîngiya cihê xwedîkirina zimhêrên niftê careka din balkêş kirine.