Rêberê Demokiratên Senaya Amerîkayê: Hema nika şerê dijî Îranê bi dawî bînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360032-rêberê_demokiratên_senaya_amerîkayê_hema_nika_şerê_dijî_Îranê_bi_dawî_bînin
Rêberê Demokiratên Senaya Amerîkayê ji ber berdewambûna şerê Trump dijî Îranê bi tundî rexne kir u hişyarî da ku fermandeyên leşkerî yên Amerîkayê zingila xeterê derbara dûhatên demdirêj ên vî şerî ji bo şîyana berevanî û ewlehîya navxweyî ya welatê me lêxistine.
(last modified 2026-09-01T13:40:35+00:00 )
Îlon 01, 2026 17:08 Asia/Tehran
  • Rêberê Demokiratên Senaya Amerîkayê: Hema nika şerê dijî Îranê bi dawî bînin

Rêberê Demokiratên Senaya Amerîkayê ji ber berdewambûna şerê Trump dijî Îranê bi tundî rexne kir u hişyarî da ku fermandeyên leşkerî yên Amerîkayê zingila xeterê derbara dûhatên demdirêj ên vî şerî ji bo şîyana berevanî û ewlehîya navxweyî ya welatê me lêxistine.

Chak Shomer derbara zîyanên demdirêj ên berdewambûna şerê bêtirsane yê Trump dijî Îranê da hişyarî da û got: Canê amerîkîyan nexin ber xeterê, desta ji vê yekê bikişînin u hema nika vî şerî bi dawî bînin. Şomer herwiha sîyaseta derve ya bikîn a Trump hibmerî Îranê têkçûyî û bêyî baldarî bi nav kir u got ku gelê Amerîkayê ji ber şêrr, berdêlên giran dane. Wî bal kişand ser zîyanên aborî yên vî şerî u idia kir ku Îran li maseya muzakirê serdest bûye u kabîna Trump di vê danuistandinê da hatîye xapandin. 

Şomer hişyarî da ku berdewambûna vê demajoyê ne tenê ewlehîya hêzên amerîkî lawaz kirîye, belku hitbara navdewletî ya Waşîngtonê li cem hevpeyman u reqîbên cîhanî ji nav birîye.