Rexneya Bêrnî Sendêrz ji bêdadiyên aborî li Amerîkayê
Bêrnî Sendêrz, parlimanterê Demokrat, roja Îniyê di merasimekî de ser navê Rêpîvana Waşîngtonê ya 2026`an; Berevaniya ji dengan, di koma çalak û serokên mafên civakî yên Ameîrkayê de bi rexneya ji bêdadiyên aboriyê got: Divê mîlyardêr pişka xwe ya adilane ji bacê bidin.
Bêrnî Sendêrz got: Nebe ku em qet wê pergala aborî qebûl bikin ku tê de kesek xwedanê samanekî zêdetir ji sermiyana sedî 50`ê malbatên amerîkî ye. Divê pêvajoya wergirtina baca adilane ji mîlyardêran destpê bibe. Sendêrz pêgîrî kir: Nebe ku em qet wê pergala aborî qebûl bikin ku tê de bi mîlyonan karker derhatekî di asta birçînemanê de hene û ji mafê hebûna îmkanên yekîtiyan bêpar in. Divê herî kêm miaşê karkeran zêde bibe ta ku bigihîje asta guncaw a ji bo dabînkirina xercên jiyanê yanî herîkêm 20 Dolar di saetekî de û divê em pêşniyarqanûna Pro Ekt`ê bipejirînin ta ku karker bikaribin hêsan bibin endamê yekîtiyan.