Merşaymer: Trump asê bûye; lewma nizane çi bike
Teorîsîyenê amerîkî dibêje ku plana Trump a zexta aborî ya ya dijî Îranê jî dê ti encamekê bi dest nexe, ji ber ku Trump di şerê leşkerî da têk çûye u asê bûye û her karekî dike.
Can Merşaymer ihtimala serketina plana Amerîkayê ya tundkirina zexta aborî ser Îranê da ret kir u got ku Waşîngton ne tenê nikare abora Îranê tam îzole bike, belkî bi sîyasetên xwe gellek welat ji Amerîkayê dûr xistîye.
Merşaymer amajeyî vê yekê jî kir ku Çîn şirîkê herî mezin ê ticarî yê Îranê ye u got: plana Trump a zexta aborî ya ya dijî Îranê jî dê ti encamekê bi dest nexe, Çînê ragihandîye yê hevrêtîya vê sîyasetê neke u Ûrsêt jî yê tevlê nebe.
Vî terorîsîyenê amerîkî pêgirî kir ku Trump xwe her rêyekê dide u asê bûye, ji ber ku xwe xistîye nav şerekî da ku tê da têk çûye û di dawîyê da dê wek mezintirîn karesata sîyaseta derve di dîroka Amerîkayê da were naskirin.