Tirsa Trump ji işkesta li hilbijartinên navîndewrê
Serokkomarê Amerîkayê li bara encamên kesane yên êrişa xwe ya sernekftî ser Îranê li xwe mikur hat û got: Heke di hilbijartinên navîndewrê de em işkestê bixwen, ez ê bêm îstizahkirin.
Trump tekez kir demokratan biryar dane ku heke di hilbijartinên navîndwrê de bi ser kevin dê wî îstizah bikin. Li gorî raporan, ger demokrat bi ser kevin lêkolînên berfireh li bara Trump, malbata wî û hin mijarên mîna efûyan, şer û bandora derveyî, gendeliya aborî, pereyên dîcîtal û balefira Qeterî dê bixin meriyetê. Her wiha hilkolandina dosiya Cêfrî Epistîn û hitmala îstizaha Trump jî ketiye rojevê.
Hevdem NBC Newsê ragihand ku ji destpêka Tebaxê ve heta niha 6 berbijarên girêdayî bi Trump nekarîne berbijartiya partiya Komarîxwaz jibo hilbijartinên meclisa nûneran an qayîmmeqamtiyê bi dest bixin.