Pêhişyariya li ser kêmbûna zimhêra gaza Almanyayê
Saziya Çavêriya li ser Enerjiya Almanyayê li bara kêmbûna zimhêra gaza vî welatî pêhişyarî da. Anegorî rapora vê saziyê asta zimhêrkirina gaza vî welatî heta roja Çarşemiyê nêzî sedî 50 daketiye.
Anegorî rapora vê saziyê asta zimhêrkirina gaza vî welatî heta roja Çarşemiyê nêzî sedî 50 daketiye; Hejmarek ku nêzî sedî 26 ji asta asayî ya di vê dema salê de kêmtir tê nirxandin.
Eva di halekî de ye ku bi giştî bi daketina bihaya gazê di vê demsalê de, kirrîna barên gazê ji bo tijîkirina zimhêran zêde dibe. aloziya di tiranzîta barên gaza xwezayî ya avkî ji rêya Tengerêya Hurmizê, pêvajoya zimhêrkirina gazê di vî welatî de rastî pirsgirêkê ve aniye. Rêxistina Binesaziyên Gaza Ewrûpayê jî vê dawiyê ragihandiye ku asta zimhêrkirina gazê li binesaziyên binerdê yên Ewrûpayê di asta xwe ya herî jêrîn a di 5 salên buhurî de ye.